PeyamaKurd – Rêveberiya Endezyariya Baxçeyan a Hewlêrê amarên sala 2025an eşkere kirin. Îsal li paytexta Herêma Kurdistanê di çandina dar û kulîlkan de rekora 6 salên dawî hate şikandin û rêjeya hêşînkirinê li gorî sala par %20 zêde bû.
Li gorî daxuyaniya fermî, di sala 2025an de tenê li navenda Hewlêrê 128 hezar û 341 dar û 106 hezar û 527 kulîlk hatine çandin.
Rêveberiyê destnîşan kir ku ji bo ku dar di keşûhewayê germ ê Hewlêrê de ziwa nebin, cureyên taybet ên wekî Sîsem, Albîzya, Dodoniya û Xurme hatine hilbijartin. Ev cure li hemberî germa zêde xwedî berxwedaneke mezin in.
Di çarçoveya xebatên îsal de, tenê çandin nehatiye kirin; di heman demê de 73 cihên cuda ku park, baxçe, nafore û giravên navîn ên şeqaman di nav de ne, hatine nûkirin û bi sîstemên nû hatine amadekirin.
Di bin sîwana plana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, heta niha li seranserê parêzgeha Hewlêrê 1 mîlyon û 500 hezar dar û kulîlk hatine çandin.
Ji bo belavkirina çanda hêşînkirinê, rêveberiyê şitil şandine şaredariyên Soran, Akrê, Şeqlawe û Berdereşê jî. Her wiha li mizgeft, dibistan û kompleksên niştecihbûnê jî beşek ji van şitilan hatine dabeşkirin.