HSD: Zêdetirî 50 tawanên şer ên li dijî Rojavayê Kurdistanê hatine belgekirin
Dîroka Weşanê :
PeyamaKurd – Rêveberê Navenda Medyayê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî, bi daxuyaniyekê "dosyaya reş" a binpêkirinên 17 rojên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê eşkere kir.
Şamî li ser hesabê xwe yê platforma Xê zêdetirî 50 tawanên şer ên giran ên ku li dijî Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û taxên Kurdan ên Helebê hatine kirin, bi vîdeo û belgeyan weşandin.
Ferhad Şamî destnîşan kir ku ev binpêkirin ji aliyê çekdarên hikûmeta Şamê û komên çekdar ên radîkal ve hatine kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev tawanên ku hatine tomarkirin bi tenê beşek ji karesatê ne û ji ber nebûna çavdêriya navneteweyî û qutbûna ragihandinê, dibe ku hejmar hîn zêdetir be.
Binpêkirinên serekî yên di dosyayê de hatine belgekirin ev in:
Kuştina Girseyî û Îdamkirin: Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê, kuştina komî ya ciwanên Kurd û îdamkirina birîndaran bi gulebarana rasterast hatiye belgekirin.
Êrîşên li ser Nexweşxaneyan: Nexweşxaneya "Xalid Fecr" ji aliyê çekdaran ve hatiye bombebarankirin û dorpêçkirin. Di encamê de birîndar û sivîlên di hundir de ji xwarin, derman û xizmetên tenduristiyê yên bingehîn hatine bêparhiştin.
Bêrûmetkirina Cenazeyan: Di dîmenên vîdeoyî de tê dîtin ku bi awayekî hovane û rûreşker bi cenazeyên şervanên jin ên Kurd re miamele tê kirin û cenazeyên wan ji ser avahiyên bilind têne avêtin.
Hevkariya bi DAIŞê re: Belge nîşan didin ku komên çekdar deriyên girtîgehên stratejîk (wek Kampa Holê) ji bo endamên DAIŞê vekirine û terorîstên reviyayî wekî "rizgarker" pêşwazî kirine.
Gefên li ser Demografiyê: Bikaranîna zimanê heqaretê û nefretê li dijî nasnameya Kurdî û gefên aşkera yên ji bo guhertina demografiya herêmên Kurdnişîn hatine tomarkirin.
Ferhad Şamî diyar kir ku ev delîl wekî "dosyayeke qanûnî" hatine amadekirin da ku radestî rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî werin kirin. Armanca HSDyê ew e ku li ser asta cîhanî lêpirsînek were destpêkirin û berpirsên van tawanan li dadgehên navneteweyî werin darizandin.