Hukumeta Herêma Kurdistanê: Mesrûr Barzanî ji bo tevlî Zîrwa Hukumetên Dinyayê bibe çû Dubaiyê

Dîroka Weşanê :
Hukumeta Herêma Kurdistanê: Mesrûr Barzanî ji bo tevlî Zîrwa Hukumetên Dinyayê bibe çû Dubaiyê

PeyamaKurd – Serokwezîrê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo tevlî Zîrwa hukumetên dinyayê bibe, giha Dûbaiyê, Îmaratan.

Mesrûr Barzanî li ser daweta fermî ya serok û cîgirê serokê Îmaratan û emirê Dubaiyê Şêx Muhammed bin Raşid El Maktum çû Dûbaiyê da tevlî zîrwa hukumetên dinyayê bibe.

Barzanî dema giha Dûbaiyê, ji aliyê wezîrê dadê yê Îmaratan Abdullah El Nuaimi de hat pêşwazîkirin.

Barzanî dê di çarçova zîrwê de, bo têkiliyên dualî bi Îmaratan re û ji bo bi rayedarên hukumetên dinyayê re pêwediyan deyne, têkiliyan xwurt bike û dan û sitendinan bi rayedarên tevlineran re bike, dê bi wan re bicive.