PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi balyozê Brîtanya yê Bexdayê Irfan Siddiq û heyeta pê re li Erbîlê hevdîtin kir.
Di qebûla Barzanî de li ser mijara avakirina hukumeta Bexdayê, hilbijartina serokkomar û pêşdeçûnên li Sûriyê axifîn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de li ser pêwendiyên navbera PDKê û YNKê axifîne. Her dû teref balê kişandin ser parastina îstîqrarê û diyaloga navbera partiyên siyasî.
Barzanî û Siddiq, bûn hemfikir ku pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi serkeftî birêve here. Di hevdîtinê de behsa çareseriya pirsgirêkan yên heyî û yên li herêmê kirin û gotin eger di navbera terefên siyasiyên Iraqê û Kurdistanê de, bi xwurtî koordinasyon hebe û hevkariyê bikin, wê karibin her pirsgirêkê çareser bikin.
Di civînê de balyozê Brîtanya yê herêma Kurdistanê jî amade bû, behsa têkiliyên navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê kirin. Mijarên siyasî yên li Rojhilata Navîn babetên wan yên din bûn. Rewşa Sûriyê ya niha û rewşa Rojhilata Navîn jî mijarên wan yên xwurt bûn.
Heyeta Brîtanya desteka xwe bo temamkirina pêvajoya îstîqrara herêmê û temamkirina pêvajoyên demokrasiyê yên li herêma Rojhilata Navîn kir û Nêçîrvan Barzanî jî sipasiya Brîtanya ya ji ber rola wê ya erênî ya di herêmê de ya Brîtanyayê kir.