PeyamaKurd – Ebû Omer Îdlibî, fermandarê Hêzên Demokratîk ên Bakur (beşekî ji HSD), ragihand ku êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê berdewamiya plana li dijî Kobanî ne.
Îdlibî ji bo RUDAW TVyê axivî û destnîşan kir ku navenda fermanê nehatiye guhertin:
Heman kesên ku ferman dabûn DAIŞê êrîşî Kobanî bike, îro ferman dane êrîşên li ser Helebê."
Wî diyar kir ku armanca dewleta Tirk betalkirina "Peymana 10ê Adarê" û derxistina fitneya di navbera Kurd û Ereban de ye.
Fermandar Îdlibî her wiha bang li Amerîka û welatên Ereb kir ku ji bo rawestandina van êrîşan bibin garantor û helwêsteke cidî nîşan bidin.