Îtalya: Rola Mesûd Barzanî di parastina Kurdên li Sûriyeyê de cihê pesnê ye

Dîroka Weşanê :
Îtalya: Rola Mesûd Barzanî di parastina Kurdên li Sûriyeyê de cihê pesnê ye

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê û Wezîrê Derve Antonio Tajani li ser pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê axivîn.

Mesûd Barzanî îro di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Îtalyayê de li Romayê bi Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê û Wezîrê Derve Antonio Tajani re civiya.

Li gorî daxuyaniyek ji ofîsa Barzanî, di civînê de rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê, û her weha pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê hatin nirxandin.

Serok Barzanî û Antonio Tajani bi berfirehî li ser xetereyên ji nû ve zindîbûna terorîstên DAIŞê axivîn, û tekez kirin ku pirsgirêk û nakokî divê bi diyalog û têgihîştina aştiyane, dûrî zimanê tund û tundûtûjiya leşkerî, werin çareserkirin.

Li ser navê hikûmeta Îtalyayê, Antonio Tajani rola Serok Barzanî di xurtkirina çanda jiyana hevbeş û parastina aramiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê de pesnê xwe da.

Wezîrê Derve yê Îtalyayê Tajani jî spasiya xwe ya taybetî ji bo hewldanên berdewam ên Serok Barzanî ji bo bidestxistina aştiyê li Sûriyeyê, bi taybetî hewldanên wî yên ji bo parastina gelê Kurd li wî welatî ji hemî îhtîmalên nexwestî û dûrxistina wan ji wêrankirinê, anî ziman.

Di civînê de, ku tê de têkiliyên navbera Hewlêr û Romayê jî hatin nîqaşkirin, girîngiya pêşxistina têkiliyan di warên cûrbecûr de hate tekezkirin. Di dawiyê de, Wezîrê Îtalyayê pabendbûn û piştgiriya welatê xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurd dubare kir.