PeyamaKurd – Wezîrê Veguhastin û Ragihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher diyar kir ku çanda jiyana hevbeş li Herêma Kurdistanê mijareke sereke ya nîqaşê bû di hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û serokê Dewleta Vatîkanê Papa Leo XIV. de.
Cewher, ku ew jî endamê şandeya ku bi Serok Barzanî re bû, ev gotin roja Çarşemê, 21ê Çileya 2026an li Vatîkanê kirin.
Cewher got, "Îro, Serok Barzanî wek serokê neteweyek û welatekî serdana Papa kir. Wî ji aliyê Hz. Papa ve pêşwaziyeke dîrokî wergirt û wan hevdîtineke dirêj û taybet li dar xistin."
Cewher zêde kir ku di hevdîtinê de li ser çanda jiyana hevbeş li Herêma Kurdistanê jî nîqaş hat kirin û di rojên pêş de rêze civînên girîng wê werin lidarxistin.
Ano Cewher herwiha diyar kir, "Berpirsên Vatîkan û Îtalyayê Serok Barzanî wek mirovekî aştîxwaz dibînin."