CENTCOMê hişyarî da Ehmed Şera: Divê agirbesta bi HSDyê re neyê binpêkirin

Dîroka Weşanê :
CENTCOMê hişyarî da Ehmed Şera: Divê agirbesta bi HSDyê re neyê binpêkirin

PeyamaKurd – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di yekem peywendiya fermî ya li gel rêveberiya nû ya Sûriyeyê de, daxwaz kir ku rêz li agirbesta bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re bê girtin.

Amîral Brad Cooper di peywendiyeke telefonî de bi Serokê Sûriyeyê Ehmed el-Şara re ragihand ku parastina agirbestê ji bo ewlehiya herêmê û operasyonên dijî DAIŞê xaleke krîtîk e.

Cooper di civînê de tekez kir ku divê hêzên hikûmeta Şamê xwe ji her cure kiryarên ku agirbestê têk dibin dûr bigirin, da ku proseya veguhestina girtiyên DAIŞê bo Iraqê bi silametî birêve biçe.

Her du aliyan li ser metirsiyên vejîna DAIŞê li hev kir, lê Amerîkayê pabendbûna Şamê ya bi agirbestê re wekî şertekî sereke yê îstîqrarê nîşan da.