Serok Barzanî ji Romayê: Rûmet û hebûna Kurdan ji her tiştî pîroztir e

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî ji Romayê: Rûmet û hebûna Kurdan ji her tiştî pîroztir e

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya fermî de li paytexta Îtalyayê, di civîneke çapemeniyê de peyamên tund û zelal derbarê parastina mafên gelê Kurd de dan.

Serok Barzanî destnîşan kir ku her çend pêşîniya wan çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê be jî, lê "ji bo her eger û senaryoyekê amade ne."

Serok Barzanî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku "rûmet û hebûna Kurdan ji her tiştî pîroztir e" û ragihand ku ew ê hemû hewldanan bidin da ku gelê Kurd ji gefan biparêzin.

Di hevdîtinê de, Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Herêma Kurdistanê wekî "herêmeke aram" li Rojhilata Navîn bi nav kir û piştgiriya Romayê ya ji bo doza rewa ya Kurdan dubare kir.

Ev serdana Serok Barzanî di demekê de pêk tê ku herêm di rewşeke hesas re derbas dibe û Kurdistan hewl dide piştgiriya navdewletî ji bo mafên xwe berhev bike.