PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack, îro 22yê Rêbendana 2026an li paytext Hewlêrê civîneke krîtîk dê pêk bînin.
Armanca sereke ya vê hevdîtinê gotûbêjkirina hûrgiliyên peymana 14 xalî ya bi Şamê re û diyarkirina nexşerêyeke nû ye da ku aramiya li Rojavayê Kurdistanê were parastin.
Ev civîna ku duyemîn hevdîtina her du aliyan e di nava vê hefteyê de, wekî nîşaneya hewildanên nû yên Washingtonê ji bo çareserkirina krîza li Rojavayê Kurdistanê tê nirxandin.
Pêvajoya dîplomatîk a ku şemiyê li Pîrmamê bi mazûvaniya Serok Mesûd Barzanî dest pê kiribû, niha li Hewlêrê bi amadebûna nûnerê Amerîkayê ber bi qonaxeke biryardar ve diçe.