PeyamaKurd – Wezareta Koç û Penaberan a Iraqê ragihand ku ji ber guherînên leşkerî û siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya vegerandina penaberên Iraqî ji Kampa Holê hatiye taloqkirin.
Berdevkê Wezaretê Elî Ebas eşkere kir ku piştî vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji kampê, peymana wan a berê ya vegerandinê hatiye rawestandin û niha ew li benda bersiva hikûmeta nû ya Sûriyeyê ne.
Di dema ku Iraqê plan dikir di destpêka meha bê de 80 malbatên din vegerîne, ev alozî bûn sedema paşxistina planan.
Li aliyê din, derbarê hejmara Iraqiyên li kampê de nakokiyên kûr hene; dema wezaret behsa "hezar kesî" dike, parlamenterê Iraqê Şêrwan Duberdanî îdia dike ku hîn jî di navbera 9 û 10 hezar Iraqî di nav vê "bombeya demkî" de mane.