Ji Heyeta Îmraliyê peyama Ocalan: Şerê HSD û Şamê hewldana têkbirina pêvajoyê ye

Dîroka Weşanê :
Ji Heyeta Îmraliyê peyama Ocalan: Şerê HSD û Şamê hewldana têkbirina pêvajoyê ye

PeyamaKurd- Heyeta Îmraliyê ya Partiya Aştî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) ragihand ku wan di 17ê Çileya 2026an de li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtineke ku nêzîkî du saet û nîvan dom kiriye, pêk anîye û Ocalan gotiye, ew amade ye ji bo pêşxistina dîyalogê li Rojavayê Kurdistanê berpirsiyariya xwe bicih werîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojeva sereke ya hevdîtinê geşedanên dawî yên li Sûriyê û berdewamiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bûye.

Hate gotin ku Abdullah Ocalan diyar kiriye ew pabendî "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" e û perspektîfa wî ya 27ê Sibatê hîn jî derbas dibe.

Li gorî daxuyaniyê, Ocalan ji ber şer û rageşiya zêde ya li Sûriyê fikarên xwe aniye ziman û ev rewş wekî hewildaneke ji bo têkbirina pêvajoya aştiyê nirxandiye û gotiye, çareseriya pirsgirêkên li Sûriyê tenê bi rêya diyalog, muzakere û aqilê hevpar pêkan e.

Ocalan herwiha ragihandiye ku ew amade ye ji bo rawestandina şer û pêşxistina diyalogê berpirsyariya dikeve ser milê xwe bîne cih û bang li hemû aliyan kiriye ku bi berpirsyarî û bi roleke pozîtîf tevbigerin.