PeyamaKurd- Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li Hesekê û gundewarê Reqayê li dijî şaneyên DAIŞê operasyonên hevpar pêk anîn.
Hate ragihandin ku di operasyonan de serkirdeyekî DAIŞê yê bi nasnav ‘Mîr’ û hinek gumanbar hatin desteserkirin.
Hatiye diyarkirin ku yekîneyên taybet ên HSDê şeva borî li taxên bajarê Hesekê dest bi operasyoneke berfireh a ewlehiyê kirine û operasyonê heta berê sibehê berdewam kiriye.
Operasyon bi piştevaniya bejahî û asmanî ya hêzên hevpeymaniyê hatiye kirin. Beriya operasyonê hemû deriyên bajêr hatine girtin da ku rê li ber reva gumanbaran were girtin.
Di operasyonê de hinek gumanbarên girêdayî şaneyên DAIŞê hatine desteserkirin. Hate diyarkirin ku beriya vê operasyonê jî endamên Asayîşa Giştî û Yekîneyên Taybet (HAT) bi beşdariya hêzên Koalîsyonê li gundewarê rojhilatê Reqayê operasyoneke hevbeş a asmanî pêk anîne.