Koalîsyonê tol hilda: Plankarê êrîşa Palmîrayê li Reqayê hat kuştin

Dîroka Weşanê :
Koalîsyonê tol hilda: Plankarê êrîşa Palmîrayê li Reqayê hat kuştin

PeyamaKurd – Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê, di operasyoneke asmanî de li parêzgeha Reqayê, serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê ku tê bawerkirin plansazê êrîşa Palmîrayê ye, ji nav bir.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, sibeha 18ê Kanûnê balafirên Koalîsyonê li bajarokê Madanê yê li rojhilatê Reqayê, serkirdeyê DAIŞê yê bi navê Ebû Hemze el-Esarî hedef girtin. El-Esarî wekî fermandarê rasterast ê êrîşa Palmîrayê û kesê sereke yê operasyonên DAIŞê yên li herêma Dêra Zorê dihat naskirin.

Ev operasyon wekî tolhildana êrîşeke kujer a DAIŞê tê dîtin. Di 13ê Kanûnê de, li nêzîkî bajarê Palmîrayê (Tedmûr), çekdarên DAIŞê kemînek li ber hêzên Amerîkî danîbûn. Di wê êrîşê de du leşkerên Amerîkî û wergêrekî sivîl jiyana xwe ji dest dabûn.

Piştî wê êrîşê, Washingtonê operasyoneke berfireh a bi navê kod "Hawkeye Strike"ê da destpêkirin. Di çarçoveya vê operasyonê de, ne bi tenê el-Esarî, lê belê gelek stargeh û depoyên çekan ên DAIŞê yên li çola Reqa û Dêra Zorê jî hatin bombebarankirin. Hat ragihandin ku ji baregeha Şedadiyê ya li Hesekê jî bi mûşekan derbên giran li çeperên DAIŞê hatine xistin.