PeyamaKurd – Li herêmên başûrê Îranê, ji ber barîna barana dijwar û rûdana lehiyê herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rêxistina Heyva Sor a Îranê ragihand ku karesatê bandoreke giran li jiyana welatiyan kiriye.
Li gorî daxuyaniya fermî, di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane de karmendekî Heyva Sor a Îranê jî heye. Hat diyarkirin ku ev karmend di dema gihandina alîkariyan de li parêzgeha Farsê canê xwe ji dest daye. 6 qurbaniyên din jî welatiyên herêmî ne ku di nava pêlên lehiyê de mane.
Heyva Sor a Îranê eşkere kir ku ji ber barana zêde û bayê tund, bi hezaran malbat ziyan dîtine. Heta niha tîmên rizgarkirinê karîne xurek û pêdiviyên sereke bigihînin 23 hezar kesên ku ji ber lehiyê mexdûr bûne.
Di van rojên dawî de li parêzgehên başûrê Îranê baranên bagerî dibarin, ku ev yek bûye sedema lehiyên mezin û girtina gelek rêyên sereke. Saziyên meteorolojiyê hişyariyê didin ku dibe ku baranên tund berdewam bikin.