PeyamaKurd – Li bajarê Çewlikê (Bingol) ajotvanê ku rêya gundan ji berfê vedikir, li gundekî dema rê vedikir, gundiyekî xwest ku rêya axwura wî jî vekin lê wexta operator vêya qebûl nekir, li makînê xist û cama wê şikand lê kes birîndar nebû.
Sekreterê giştî yê rêvebiriya taybet yê bajêr Enes Üçgül di ser hesabê xwe de ragihand:
“Rêya 103 gundên me girtîne, hevalên me dixebitin, lê li gundeki hevalên me rêya esasî, rêya nav gund û rêya derketina ji gund vedikir. Gundiyekî xwestiya ku rêya axwura wî vekin lê hevalên me gotine ku gelek gund hene rêyên divê bên vekirin. Ji ber wê êrîşê hevalê me kirine û cama alava me şikandine. Ji ber wê jî xebata me kêmasî ketiyê.”
Li ser gilîkirina dezga rêvebiriya taybet ya bajêr, tîmên cendirmeyan dest bi lêkolînê kirine.