PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand ku di encama êrîşên şeva borî yên ser Hewlêrê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne.
Şeva borî hêzên girêdayî Îranê çend caran bi dronên bombebarkirî êrîşî ser bajarê Hewlêrê kirin ku piraniya wan êrîşan ji aliyê berevaniya asmanî ve hatin pûçkirin.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw li ser êrîşên bi dronan ragihand ku şeva borî 9 caran bi dronan êrîşî ser Hewlêrê hat kirin. Piraniya wan ji aliyê sîstema parastina asîmanî ya hêzên hevpeyman ve hatin têkşikandin.
Umêd Xoşnaw eşkere kir ku yek ji dronên li asman hatiye têkbirin, li cihekî balafirgeha Hewlêrê ketiye xwarê. Di encama ketina dronê de karmendekî asayîşa balafirgehê yê bi navê Welat Tahir ku bavê du zarokan bû, jiyana xwe ji dest daye, 3 karmendên din yên asayîşê jî birîndar bûne