PeyamaKurd – 3 hefteye ku di ser binçavkirina kesê Kurd yê bi navê Îsmaîl Seyîd Mehmûdîn (45) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Oşnawiyê an ku Şîno hatiye binçavkirin û nayê zanîn bê li ku derêye, sûcdarkirina wî çiye û çima malbata wî jê xeberê nastîne, bûye rojeva mijarê.
Li gor ragihandina Hengawê; kesê navborî li Şînoyê li daîra Çandiniya bi navê Cîhadê dixebitî. Hêzên asayîşa Îranê nahêlin parêzerê wî jî pê re têkiliyan deyne.