PeyamaKurd – Li gorî rapora Saziya Mafên Mirov a Hengawê, pêla nû ya xwepêşandanên li dijî krîza aborî û enflasyonê di roja xwe ya sêyem de li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê berfireh bû.
Bazarvanên li bajarên wekî Tehran, Kirmaşan, Îsfehan û Ehwazê bi girtina dikanên xwe dest bi grevê kir. Her wiha xwendekarên zanîngehên sereke yên Tehran û Îsfehanê bi dirûşmeyên nerazîbûnê daketin qadan.
Çekdarên rejîmê bi gaza rondikrêj û tundiyê êrîşî xwepêşanderan kir. Hat ragihandin ku li Tehranê gelek kes û herî kêm 5 xwendekar (Abolfazl Marvatî, Mobîn Amîniyan, Manî Eîdî, Arif Hadînecad û Şahîn Şokouhî) hatine girtin. Rejîmê ji bo astengkirina meşan, li 21 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û dibistan û saziyên fermî girtin.