PeyamaKurd- Fermangeha Çandiniyê ya Kerkûkê biryareke dîrokî da û ferman da ku hemû girêbestên çandiniyê yên ku dikevin çarçoveya Madeya 29an a sala 2012an li seranserî parêzgehê werin betalkirin.
Ev biryara fermî ji bo hemû şaxên çandiniyê yên wekî Şiwan, Sergeran, Daqûq û Leylanê hat şandin da ku girêbestên serdema rejîma Beasê bi dawî bikin. Serokê Komîteya Çandiniyê ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ebdula Mîrweys diyar kir ku ev gava girîng ji bo vegerandina mafên cotkarên Kurd û Tirkmen hatiye avêtin û Wezareta Dadê ya Iraqê jî ji bo pêkanîna vê biryarê roleke çalak lîstiye.
Mafê xwedîtiyê vedigere xwediyên resen
Li gorî zanyariyan, ev biryar nêzîkî 700 hezar donim erd li xwe digire ku di serdema rejîma berê de bi zorê ji Kurd û Tirkmenan hatibûn standin û ji bo "Erebên hawirde" hatibûn veqetandin. Ebdula Mîrweys destnîşan kir ku piştî betalkirina van girêbestên neqanûnî, qonaxa duyemîn a girîng destpêkirina karûbarên tapoyê ye. Bi vî awayî, ew zeviyên ku bi dehan salan di bin dagirkeriyê de bûn, dê bi fermî li ser navê xwediyên wan ên resen werin qeydkirin û pirsgirêka milkdarî li wan deveran ber bi çareseriyê ve biçe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin