PeyamaKurd- Rêvebirê Giştî yê Parastina Jîngehê ya bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê Seîd Dezfûlînejad, ragihand ku asta qirêjiya hewayê (AQI) li navenda parêzgehê gihîştiye 336 pileyan û ev rewş ji bo tendurustiya hemû welatiyan di asta "metirsîdar" de hat ragihandin.
Dezfûlînejad da zanîn ku pirtikên pîs li seranserê herêmê bi awayekî berbiçav zêde bûne, bi taybetî li bajarên wekî Pawe, Şabad û Serpêla Zehawê asta qirêjiyê sînorên tendurustiyê derbas kiriye. Ji ber vê rewşa giran, bang li welatiyan hat kirin ku heta neçar nebin ji malên xwe dernekevin û xwe ji karkirina li derve biparêzin.
Ev krîza jîngehê di demekê de ye ku daneyên Wezareta Tendurustiyê ya Îranê karesateke mezin nîşan didin; par li Îran û Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî 59 hezar kesî ji ber nexweşiyên bi qirêjiya hewayê ve girêdayî jiyana xwe ji dest dane. Ev amarên dawî nîşan didin ku pîsbûna hewayê li bajarên wekî Qesra Şîrîn û Kengawerê êdî ne tenê pirsgirêkek jîngehê ye, lê veguheriye metirsiyeke rasterast li ser jiyana bi hezaran mirovan.