PeyamaKurd- Hate ragihadin ku doh 14ê Sibatê zarokê 12 salî yê nexweş ji ber dorpêça ser bajarê Kobaniyê ku ji 20ê meha borî ve didome, jiyana xwe ji dest da.
Medya Rojavayê Kurdistanê ragihandiye ku doh Dildar Hiso ji ber nexweşiya xwe ya Breez li nexweşxaneya Kobanê can daye ku diviyabû li Helebê tedawiya wî bê kirin.
Li gorî agahiyên malbata wî dektorê tedawiya Dildar dike li Helebê ye, dikarîbû wî derman bike û ew wefat neke. Ji ber dorpêça li ser Kobanê û qutbûna rêya di navbera Kobanê û Helebê de malbatê nikaribû Dildar derbasî Helebê bike.
Malbata Dildar Hiso ew demeke dirêj bû li nexweşxaneya El Camiî ya Helebê ew tedawî dikirin.