PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li gundê Haram Haddadê (Akyazı) an ku Herem Heddadê agir bi xaniyekî ket û di encamê de tîmên îtfaiyê bi gundiyan re karibûn şewatê vemirînin.
Piştî vemirandina agir tîmên tenduristiyê û îtfaiyê dîtin ku Hamit K.(70) û jina wî Azize K. jiyana xwe ji dest dane. Her dû birîndarên din Huseyin K. (65) û Ahmet K.(25) birin nexweşxana dewletê ya navça Qoserê (Kızıltepe) lê rewşa wan baş nîne.
Cenazên her dû candayiyan birin morga nexweşxanê ji bo otopsiyê.