PeyamaKurd – Beşa karên derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê, peyama serok Barzanî ya di derbarê namzediya Nuri El Malikî de belav kir. Peyam wehaye:
“Bi nave xwedayê mezin û mîhrîban!
Em biryara çarçova Kooardînasyonê ku rêzdar Nûrî el-Malikî kiriye mamzedê serokwezîrtiyê, bi razîbûn pêşwazî dikin. Bi vê wesîlê em Malikî pîroz dikin û jê re serkeftinê û rehetiyê dixwazin.
Di çareserkirina pirsgirêkên ku welat bi wan re rû bi rûye, û di çareseriya zahmetiyan û astengiyan de, em desteka xwe bo wî radigihînin.
Mesûd Barzanî
24. 01. 2026”