Li ser sînorê Lubnan û Sûriyeyê ser: Sedem sasfêmkirin e

Dîroka Weşanê :
Li ser sînorê Lubnan û Sûriyeyê ser: Sedem sasfêmkirin e

PeyamaKurd – Li ser sînorê Lubnan û Sûriyeyê ji ber şaşfêmkirinekê şerekî kurt di navbera hêzên herdu welatan de derket. Bûyer dema ku yekîneyeke artêşa Lubnanê li herêma Hermelê hewl dida rêyeke qaçaxçîtiyê kontrol bike rû da û hêzên Sûriyeyê gule li wan barandin.

Fermandariya Artêşa Lubnanê diyar kir ku di pevçûna ku nêzîkî 10 xulekan dewam kir de tu ziyanên canî çênebûne û piştî peywendiyên fermî hatiye fêmkirin ku bûyer xeletiyek bûye û rewş niha aram e.