PeyamaKurd – Rayedarên Îranê dewam dikin û Kurdan dixin hedefa xwe. Di hedefa wan de vê carê Kurdên Bisotun, Bijar, Bojnord, Rey, Eslamşahr û Hamadan hebûn ku 10 Kurdan girtin û ji wan 2 kes zarok in.
Li gor Komela Mafên Mirovan Hengawê girtina 10 Kurdan di van rojên dawiyê de ne. Li gor Hengawê rêje wehaye:
Eyaleta Kermanşah (Bisotun): Behnam Gulşandnejad di 10.01.2026an de gatiye girtin. Ahagiya malbatê jê nîne li ku derêye û çima girtine kes nizane.
Bijar:
Amir Abbas Ranjbaran, di 08.01.2026an de di dema çalakiyan de hatiye girtin. Te gotin ku ew neqlê bajarê Sinê navenda îslahê û rehabilitasyonê ya zarokan kirine. Lê di derbar de agahî nînin.
Di bûyerekî weka vêya de, ji Bijarê Meysam Heidarnia (37) ku di nexweşxana İmam Huseyîn de hemşireye hatiye girtin û ciyê lê digrin nayê zanîn.
Eyaleta Xorasana Bakûr :
Li Bojnordê zarokê 17 salî yê bi navê Mani Wafadar, di çalakiyên di 10.01.2026an de hatiye girtin û kes nizane birine ku derê.
Car din li Bojnordê Kurdê bi navê Arşia Eisaizadeh, di 09.01.2026an de xistine bin çav û kes nizane li ku derêye. Nahêlin bi malbat û parêzer re hevdîtin bike.
Ji Bojnord ê xortê 17 salî Arif Xanzadeh di 09.01.2026an de hatiye girtin û di derbarê rewşa wî de û ciyê lê digrin de ti agahî tine.
Rey, Eslamşahr û Hamadan :
Ji bajarê Îlamê ji navça Helilanê Ali Axamuhammedî ku li bajarê Reyê dimîne, di 15.01.2026an de ji aliyê îstîxbarata Îranê de hatiye girtin û ne diyare ew birine ku derê.
Ji Kermanşahê lê li navça Wawanê ya bi ser Îslamşehrê de, hunermend û şefê orkestrayê Şirwan Çabanî di 09.01.2026an de girtine û kes nizane li ku derêye.
Di 01.01. 2026an de li Hemedanê di çalakiyan de Mehdî Ghiasvand (23) û Amirhossein Qorbani (28) girtine ûkes nizane birine ku derê. Ghiasvand tenê yek carekî telefonî maşbatê kiriye û gotiye ku ew girtiye.