PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzani û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê Tom Barrack bi telefonê axivîn.
Derbarê axaftinê de ji ofîsa Serok Barzanî daxuyaniyek wiha hat weşandin:
"Roja Yekşemê, 8ê Sibata 2026an, di navbera Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serok Trump bo Karûbarên Sûriyê û her wiha Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê Birêz Tom Barrack de, axaftinek telefonê pêk hat.
Di axaftinê de, wan li ser rewşa siyasî ya giştî ya herêmê û pêşketin û guhertinên dawî yên li Sûriyê nêrînên xwe parve kirin. Her du alî li hev kirin ku divê hemî gavên pêwîst ji bo pêşîgirtina li kaos, bêîstîqrarî û pevçûnê û ji bo avakirina aştî û aramiya mayînde li herêmê werin avêtin.
Di heman axaftinê de, aliyan ji bo rola bi bandor û girîng a ku ew di bidestxistina aştî û aramiya li herêmê de dilîzin, hevdu pîroz kirin.
Serok Barzanî herwiha spasiya xwe ji bo rola Amerîkayê anî ziman û girîngiya hevpeymaniya berdewam a di navbera gelê Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de tekez kir."