PeyamaKurd – Li navçeya Riya Armûşê (Ipekyolu) ya Wanê, piştî ku Partiya Gel a Komarî (CHP) red kir ku nûneran tevlî şandeya çûyîna Îmraliyê bike, komekê êrîşî avahiya partiyê kir û tabela şikand.
Çalakvanan bi îdîaya ku CHP li dijî "Pêvajoya Tirkiyeya Azad a ji Terorê" derdikeve, nerazîbûn nîşan da û got, "Em CHPya ku berevajî AKP, MHP û DEM Partiyê piştgiriyê nade vê pêvajoyê, li Wanê naxwazin."
Krîza siyasî piştî wê yekê derket ku CHPê ragihand ew ê endaman nedin şandeya Komîsyona Hevgirtin û Demokrasiyê ya Meclîsê, ku biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dabû. Berdevkê CHPê Denîz Yucel jî derbarê bûyerê de daxuyanî da; wî êrîş wekî "provokasyon û vandalîzm" şermezar kir û tekez kir ku ew ê tawîzan ji "aqilê selîm û demokrasiyê" nedin.