Mazlûm Ebdî û Şeybanî li Munîhê bi Marco Rubio re civiyan

Dîroka Weşanê :
Mazlûm Ebdî û Şeybanî li Munîhê bi Marco Rubio re civiyan

PeyamaKurd- Di çarçoveya 62emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê de, li ser rewşa Sûriyê û çareseriya krîza siyasî ya di navbera Şam û Rojavayê Kurdistanê de, civîneke girîng hat lidarxistin.

Di vê civînê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, beşdarî civîna taybet a li ser Sûriyeyê bûn.

Şanda Kurd di vê çarçoveyê de bi Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Marco Rubio re hevdîtinek pêk anî ku Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Esed Şeybanî jî tê de beşdar bû.

Li gorî zanyariyan, di civînê de berdewamiya hevkariya leşkerî û ewlekariyê di têkoşîna dijî DAIŞê de, parastina ewlehiya deverên Kurdî yên Sûriyê û peymana 30yê Çileyê ya navbera HSD û Şamê de hatin gotûbêjkirin.

Derbarê civînê de hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.