Mazlûm Ebdî bi şanda ENKSê re civiya

Dîroka Weşanê :
Mazlûm Ebdî bi şanda ENKSê re civiya

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî bi şandeke Serokatiya ENKSê re civiyaye.

Li gorî agahiyên taybet ên ku Rudawê bi dest xistine, Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî doh bi şandeke Serokatiya Encumena Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) re civiyaye.

Çavkaniyek ji Rojava gotiye ku di civînê de li ser girîngiya peymana agirbestê û rewşa dawî ya li Rojava hatiye nîqaşkirin.

"Divê sivîl ji şer dûr werin girtin"

Şandeya Serokatiya ENKSê helwesta xwe zelal kir û diyar kir ku divê hewl were dayîn ku herêmên Kurdî û sivîl ji her şer û pevçûnek leşkerî dûr werin girtin ku dikare bibe sedema pêlên nû yên koçberiyê.

Çareserî bi rêya diyalogê

Di civînê de herwiha tekez li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên bi Şamê re bi rêya diyalogê hate kirin.