Mesûr Barzanî mercê PDKê yê besdarbûna hikûmeta Iraqê eskere kir

Dîroka Weşanê :
Mesûr Barzanî mercê PDKê yê besdarbûna hikûmeta Iraqê eskere kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Korbenda MEPSê ya li Dihokê ragihand, mercê sereke yê PDKê ji bo beşdarbûna di hikûmeta nû ya Iraqê de, bicihkirina destûrê û dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser girîngiya lidarxistina Korbenda MEPSê, bi taybetî çend roj piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û got: "Ev yek, pêgeh û girîngiya korbendê û bajarê Dihokê nîşan dide."

Li ser pirsa derbarê mercên PDKê ji bo beşdarbûna di hikûmeta nû ya Iraqê de, Serokwezîr Barzanî bi zelalî got: "Şertên me zêdetir li ser ajandaya hikûmetê ne; ka dê çi ajandayeke wan hebe ji bo cîbicîkirina destûrê û cîbicîkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê. Ev şertê me yê sereke ye ji bo ku em bizanibin em ê çawa biçin pêş û piştgiriyê bidin hikûmeta dahatû li ser asta federal."

Serokwezîr hêviya xwe anî ziman ku di kabîneya dahatû ya hikûmeta Iraqê de zêdetir kar bi destûrê were kirin û got: "Bingeha destûrê jî ev hevparî, hevsengî û lihevkirin e. Em daxwaz dikin ku ev li ber çavan werin girtin."

Li ser avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê Serokwezîr Barzanî got: "Mercên cuda hene, lê em dixwazin ku gotûbêj berdewam bin da ku em bigihîjin encamekê ku hikûmeteke bingeh-fireh be û bersivderê hemû daxwaziyên xelkê Kurdistanê be, were ragihandin û bigihîje encamê."

Serokwezîr careke din bang li xelkê Kurdistanê jî kir ku piştgiriyê bidin alîgirên Tîma Futbolê ya Zaxoyê ku ji aliyê FIFAyê ve ji bo xelata "Baştirîn Alîgirên Salê" hatine namzedkirin.