PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di merasîma taybet a Roja Alaya Kurdistanê ya li Kela Hewlêrê de axivî û ev roj li hemû pêkhateyên Kurdistanê pîroz kir.
Mesrûr Barzanî di gotara xwe de Alaya Kurdistanê wekî "sembola aştî, geşbûn û jiyana hevbeş" pênase kir û tekez kir ku parastina wê erka hemû Kurdan e.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser berdêlên giran ên ku ji bo vê alayê hatine dayîn û diyar kir ku di seranserê dîrokê de ev ala gelek caran bûye kefenê dawîn ê bi hezaran şehîdên ku li çiya, zindan û deştan canê xwe feda kirine.
Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku ev ala nîşaneya berxwedan û enerjiyeke bêhempa ye û got ku divê di bin siya vê alaya pîroz de, mil bi mil ji bo Kurdistaneke aram û pêşketî bixebitin. Serokwezîr axaftina xwe bi daxwaza ku Alaya Kurdistanê her tim bi serbilindî li jor bimîne bi dawî kir.