Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Afretan mînaka ges a xebat û qurbanîdanê ye

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Afretan mînaka ges a xebat û qurbanîdanê ye

PeyamaKurd –  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, bi helkefta 73yemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û rola vê rêxistinê di xebata neteweyî de bilind nirxand.

Di peyama xwe ya ku îro 11ê Kanûna Pêşîn arasteyî Sekreter û endamên Yekîtiya Afretên Kurdistanê kir de, Mesrûr Barzanî diyar kir ku ev rêxistin di dîroka gelê Kurdistanê de xwedî roleke girîng û pêşeng bûye. Wî destnîşan kir ku jinên vê yekîtiyê her dem di refên pêş ên parastina mafên jinan û mafên rewa yên xelkê Kurdistanê de cih girtine.

Cîgirê Serokê PDKyê bal kişand ser piştevaniya bêhempa ya endamên yekîtiyê ji bo Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê û got ku ew bûne mînaka herî geş a xebat, qurbanîdan û canfedayiyê di oxira mafên gelê Kurdistanê de. Her wiha hate tekez kirin ku ji bilî xebata neteweyî, Yekîtiya Afretan di pêgihandina jinên serkirde û parastina mafên jinan de roleke diyarker lîstiye.

Di dawiya peyamê de, Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê ji wan re xwest û daxwaz kir ku ji bo bidestxistina armancên xwe û xizmetkirina zêdetir a jinên Kurdistanê, li ser xebata xwe ya rêxistinî û rola xwe ya pêşengiyê berdewam bin.