PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li bajarê Hesekê bi serokê eşîra Şemer, Şêx Mena Hîmmedî el-Cerba re hevdîtinek pêk anî. Ev civîn di demekê de çêbû ku tevgera dîplomatîk li herêmê zêde bûye.
Di hevdîtinê de mijara sereke encamên serdana Şêx el-Cerba ya bo Şamê bû, ku wî di 19ê Mijdarê de bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera re kiribû. Şêx el-Cerba di civîna bi Ebdî re tekezî li ser girîngiya hevkariya hemû aliyan kir û diyar kir ku ji bo bicîhanîna "Peymana 10ê Adarê" û pêşxistina lihevhatina niştimanî, divê aktorên siyasî roleke çalak bilîzin.