Mezlûm Ebdî spasiya senatorên Amerîkî kir: Bûn parêzvanên mafên me

Dîroka Weşanê :
Mezlûm Ebdî spasiya senatorên Amerîkî kir: Bûn parêzvanên mafên me

PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ku ligel Berpirsa Pêwendiyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed, li Almanya beşdarê Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ye, bi şanda Amerîkayê ya bi serokatiya Senator Lindsey Graham re civiya.

Di şandê de senatorên wekî Sheldon Whitehouse, Jacky Rosen, Peter Welch û Andy Kim jî cih girtin.

Piştî civînê Mezlûm Ebdî got, "Cihê serbilindiyê ye ku em bi şanda Kongreya Amerîkayê re civiyan. Di demên borî de ev endamên bi serokatiya Senator Graham bûn ku parêzvanên herî diyar ên mafên gel û hêzên me. Ew bi berdewamî bi me re di têkiliyê de bûn, wan guh da pêdiviyên me û li gorî rewşa tevgeriyan."

Ebdî bal kişand ser rola wan a di piştgiriya doza Kurdan de û wiha pê de çû: "Wan di piştgiriya doza me de roleke çarenivîsaz lîst û bi rêya pêşniyar û yasayan piştgiriyeke berbiçav da. Di nav van de pêşniyara Yasaya Parastina Kurdan heye ku gaveke girîng e û em pê serbilind in."

Fermandarê Giştî yê HSDê spasiya şanda Amerîkî kir û got: "Em ji ber helwestên wan ên teqez ên ji bo aramiya herêmê û alîkariya bi bandor a ji bo Sûriye û gelê wê di vê qonaxa hestiyar de, minetdarê wan hemûyan in. Ev endam bûn şirîkên serekî yên bihêzkirina dadmendî û azadiya gelê me bûn û hîn jî wisa ne."