Mezlûm Ebdî: Wê sala 2026an bibe sala bidestxistina statuya destûrî

Dîroka Weşanê :
Mezlûm Ebdî: Wê sala 2026an bibe sala bidestxistina statuya destûrî

PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser Peymana 10ê Adarê û statuya Rojavayê Kurdistanê axivî û got, "Sala 2026an dê ji bo me bibe destpêkeke nû. Di sala nû de em dê serkeftinên girîng bi dest bixin. Ji bo statuya destûrî ya Rojavayê Kurdistanê hewldanên girîng têne kirin."

Mezlûm Ebdî ji Aryen TVyê re axivî û kişand ser statuya taybet a YPJê û destnîşan kir ku artêşbûna jinan di qada civakî û şerê DAIŞê de roleke diyarker dilîze.

Mezlûm Ebdî li ser awayê tevlîbûna YPJê ya nava artêşa Sûriyeyê got: "Pêşniyara HSDê ew e ku YPJ wekî tabûreke xweser di nava artêşa Sûriyeyê de xwe bi rêxistin bike. Eger ev pêşniyar neyê qebûlkirin, entegrasyon dê zehmet be. Destkeftiyên jinan ji bo me xeta sor e."

Fermandarê HSDê diyar kir, "Hîn jî tê xwestin Sûriye ji aliyê komekê ve were birêvebirin. Hevdîtin hene lê pêşketin nîne."

Ebdî da zanîn, di nava rêvebiriya Şamê de hin komên ku berê bi Tirkiyeyê re xebitîne hene û ew hewl didin pêvajoyê sabote bikin.

Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku serkeftina herî girîng a Peymana 10ê Adarê agirbest e wiha pê de çû: "Agirbest hîn jî didome û ev yek ji bo gelê Sûriyeyê gelekî girîng e. Diyalog di hawîrdoreke bêşer de mimkin e."

Ebdî li ser entegrasyona HSDyê ya di nava artêşa Sûriyeyê de jî axivî û got divê ev pêvajo ne li ser esasê tasfiyekirinê lê li ser esasê avakirina hevpar be: "HSD artêşeke bihêz e. Di nava Wezareta Parastinê de em dixwazin bi hev re artêşeke nû ji bo Sûriyeyê ava bikin."

Herwiha Mezlûm Ebdî behsa êrîşa li Tedmurê (Palmîra) ya li dijî leşkerên Amerîkayê kir û got ku ev yek cidiyeta gefa DAIŞê nîşan dide û pêşniyar kir ku li dijî DAIŞê bi koordînasyona Şamê, Koalîsyona Navneteweyî û HSDê hêzeke leşkerî ya hevpar bê avakirin.

Mezlûm Ebdî ji bo vegera xelkê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî jî got ku wan planeke taybet amade kiriye û wih axivî: “Ev yek pêdivî bi erêkirina aliyê Tirkiyeyê, hevkariya bi hikûmeta Şamê û hêzên navneteweyî re heye."