Nêçîrvan Barzanî roja hilbijartina serokomar serdana Bexdayê dike

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî roja hilbijartina serokomar serdana Bexdayê dike

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, hefteya bê serdana Bexdayê dike û beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ya Iraqê dibe.

Endamekî Şanda Çarçoveya Hevahengiyê ragihand ku, roja Yekşema bê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê dê bê lidarxistin.

Hate diyarkirin, Parlementoya Iraqê dê di heman rojê de bicive û Serokomarê Iraqê dê bê hilbijartin. Çarçoveya Hevahengiyê bi rengekî fermî endamên xwe yên parlementoyê haydar kirine ku, eger lihevkirin çênebe, ew serbixwe ne dengê xwe bidin kîjan namzedî.

Endamê Çarçoveya Hevahengiyê li ser namzedkirina Nûrî Malikî ji bo posta Serokwezîrê Iraqê jî got, çarçoveya hemahengiyê li ser namzediya Malikî cidî ye û wê di civîna dawî de biryara dawiyê li ser daye.