Şîrketa Amerîka Chevron û Tirkiye bi hevre gaz û petrolê derdixin

Dîroka Weşanê :
Şîrketa Amerîka Chevron û Tirkiye bi hevre gaz û petrolê derdixin

PeyamaKurd – Şîrketa petrolê ya DYAyê Chevron ji bo petrolê derxe, dê bi Tirkiyê re bixebite. Hedefa wan rojane 1 milyon varêl petrol e.

Di navbera Tirkiyê û Amerîka de, di seha enerjiyê de hevkariya xwe xwurt kirin. Wezareta petrolê û çavkaniyên xwezayî ya Tirkiyê, di navbera TPAO û şîrketa Amerîka Chevronê peymana enerjiyê îmza kirin.

Peymana stratejîk ya di seha enerjiyê de piştî îmza kirin, wezîr Alpaslan Bayraktar ragihand ku rojane hedefa wan derxistina 1 milyon varêl petrol e.

Hevkariya her dû terefan wê di bejayiyê de û di deryayê de be. Wê giraniya lêgerîna gaz û petrolê li Tirkiyê be.

Di meha borî de TPAO û şîrketa DYAyê Esso ya Exxon Mobilê li hev kiribûn ku di Derya Reş û Derya Sipî de bi hevre xebatê bikin.

Tirkiye dixwaze bi vê hevkariyê di bazara DYA, Rojhilata Navîn û dinyayê de bibe xwediyê erkekî mezin.