PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku bi Fransayê re di mijara pêşdeçûnên li Sûriyê de hemfikrin û balê kişand ser girîngiya peymana navbera Şamê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD).
Wezîrê karên derve yê Fransayê Barrot jî weha got:
“Çawa li Iraqê mafên Kurda tê parastin, em dixwazin li Sûriyê jî wisa bê parastin.”
Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot bi seredanekî fermî li Erbîlê ye û bi serokê Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir û piştî hevdîtinê her dû lîder derketin ber çapemeniyê.
Barrot, li ser peymana navbera HSDê û Şamê, behsa rola Nêçîrvan Barzanî kir, rola wî bilind nirxand û bi sedema xebata Nêçîrvan Barzanî sipasiya wî kir.
Barrot behsa hevkariya hêzên Pêşmerge û artêşa Fransayê kir û got:
“Hêzên Fransayê û Pêşmerge li dijî terorê bi hevre şer kirin. Em ê vê têkoşîna xwe dewam bikin.”