PeyamaKurd – Îran bi sedema petrola qaçax di wan de ye, li Kendava Basrayê dest danî ser 2 tankêrên petrolê. Hat ragihandin ku di tankêran de 1 milyon lître petrol heye. Bi tankêran re 15 muretebatên biyanî jî hatin girtin.
Fermandarê herêma 2em yê hêzên deryayê yê Îranê Haydar Huneriyan Mucerred li ser mijarê got:
“Li nêzî Girava Farisî 2 tankêrên ku karê qaçax yê petrolê dikirin, me ew girt. Di tankêran de ji 1 milyon lîtreyê zêdetir petrola qaçax heye û her weha 15 muretebatên biyanî jî hatine girtin.”
Nehat gotin bê tankêrên Îran dest daniye ser wan yên kîjan welatîne û di derbarê nasnameya muretebatan de ti agahî nehat dayîn lê dê wan kesan bişînin dadgehê.
Li aliyê dinê, wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi bo bi DYA re muzakereyan bike çû Ummanê. Berdevkê wezaretê İsmail Bekayî got ku hedefa wan peymanekî adilane û serbilindî bi DYA re bikin.