PeyamaKurd – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Spanyayê bi fermî li Madrîdê, paytexta Spanyayê, hate vekirin.
Merasîma vekirina ofîsa nû ya nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê doh (Duşem, 26ê Çileya 2026an) li Madrîdê, di bin çavdêriya Safîn Dîzayî, Serokê Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi beşdariya Berpirsê Balyozxaneya Iraqê pêk hat.
Safîn Dîzayî di axaftina xwe ya di merasîmê de diyar kir ku Herêma Kurdistanê û hemû Iraq ji bo veberhênan û bazirganiyê hawîrdorek guncaw pêşkêş dikin.
Dîzayî behsa rewşa heyî ya li herêmê kir û girîngiya hilbijartina aştî û dostaniyê li şûna tundûtûjiyê her roj ji bo avakirina paşerojek geş tekez kir.
Safîn Dîzayî di çarçoveya vekirina ofîsa nûnertiyê li Madrîdê de rêze hevdîtin bi rayedarên hikûmeta Spanyayê, dîplomat, nûnerên partiyên siyasî û karsazan re jî li dar xist.