PeyamaKurd – Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), roja Şemiya bê (3yê Çileyê) li Pîrmamê dê di bin serokatiya Mesûd Barzanî de bicive.
Di vê civîna asta bilind de dê mijarên wekî avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, diyarkirina helwesta partiyê derbarê posta Serokkomariya Iraqê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê werin gotûbêjkirin.
Ev civîn piştî hilbijartina desteya serokatiya Parlamentoya Iraqê pêk tê. Li gorî destûrê, divê di nava 30 rojan de serokkomarekî nû were hilbijartin; lewma tê payîn ku PDK di vê civînê de biryara xwe ya derbarê namzedê serokkomariyê de bide eşkere kirin.