PeyamaKurd – Encûmena Karûbarên Navxweyî ya Rojavayê Kurdistanê, hemû çalakiyên girseyî yên ku ji bo 7-8ê Kanûnê hatibûn plankirin, qedexe kirin.
Di daxuyaniya fermî de hat ragihandin ku qedexe bi armanca parastina aştiya civakî hatiye danîn. Hat gotin ku ev biryar ji ber “rewşên ewlehiyê yên heyî û çalakiyên zêde yên şaneyên terorîst ên ku armanc dikin tovê fitneyê biçînin” hatiye girtin.
Li gorî biryarê, hêzên ewlehiyê dê destûrê nedin tu kombûnê. Her wiha tekezkirin û teqandina fîşekên hewayî jî bi tundî hatin qedexekirin.
Ev roj (7-8ê Kanûnê) salvegera yekemîn a rûxandina rejîma Beşar Esed e. Tevî qedexeyê, Rêveberiyê pîrozbahî li gel kir û hêviya Sûriyeyeke “nenavendî ya li ser bingeha demokrasiyê” anî ziman. Tê zanîn ku li bajarên din ên Sûriyeyê (wek Hema û Helebê) pîrozbahiyên girseyî tên lidarxistin.