Rêxistinên Mafên Mirovan: Li Kobaniyê dizî û talan tê kirin

Dîroka Weşanê :
Rêxistinên Mafên Mirovan: Li Kobaniyê dizî û talan tê kirin

PeyamaKurd- 5 rêxistinên Mafên Mirovan ragihandin ku bi dehan gundên gundewarê Kobaniyê, têne talankirin û daxwaz ji hikûmeta Sûriyê kirin, rê li ber talankirina malan bigire.

5 rêxistinên mafên mirovan ên bi navên KNHR,  DAD, MAF û Rewangeh bi daxuyaniyekê bal kişandin ser dizî û talankirina gundên Kobaniyê ragihandin, gundên li başûr û başûrê rojhilatê Kobaniyê, bi awayekî berdewam têne talankirin.

60 gund hatine dizîn û talankirin

Li gorî daxuyaniyê li 60 gundan dizî û talan hatiye kirin û gundên Xirab Işk û Girkê Kêtkan bi temamî hatine talankirin.

Rêxistinan dawaz ji Hikûmeta Sûriyê û aliyên navdewletî kir ku kiryarên talankirinê rawestin û gundî jî li gundên xwe vegerin û werin qerebûkirin û mafên wan gundiyan werin parastin.

Herwiha daxwaz kirin, lêkolîn were destpêkirin û tawankar bên sizadan û ew tawan werin belgekirin. Rêxistinan ji civaka navdewletî xwest ku rê li ber derbaskirina alîkariyan were vekirin.