Rejîma Îranê li Ûrmiyê hemû endamên malbatekê girtin

Dîroka Weşanê :
Rejîma Îranê li Ûrmiyê hemû endamên malbatekê girtin

PeyamaKurd – Hêzên îtilaata Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi ser malekê de girtin û sê endamên heman malbatê bi tundî girtin. Kesên hatine girtin Sofî Rostemî (60 salî), hevjîna wî Zeyneb Yûsifpûr (49 salî) û keça wan Şîlan Rostemî (23 salî) ye.

Li gorî agahiyan, ev hersê welatî bêyî tu biryarekî qanûnî hatine binçavkirin û ew birine cihekî nediyar.

 Hat zanîn ku Zeyneb Yûsifpûr xwişka çalakvanê Kurd Fetah Yûsifpûr e. Heta niha derbarê sedema girtina wan û rewşa wan a dawî de tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin.