PeyamaKurd- Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Rojavayê Kurdistanê, vîdyoya mûkrhatina du çekdarên DAIŞê ku hatibûn girtin belav kir. Asayîşa Rojava diyar kir ku van herdu çekdaran êrîşî hêz û nûqteyên wan li Dêrazorê kirine.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi vîdyoyekê mûkrhatinên herdu DAIŞyan belav kir û da zanîn, wan karên dizî, teşlîh, revandin û êrîşên terorîzmê dikirin.
Çekdarên bi navê Mehmûd Hisên Şilêş û Sead Mecîd El Casim ku ji Dêrazorê ne di mûkrhatinên xwe de gotin ku wan gelek kirinên dizî û desteserkirna milkên xelkê kiriye.
Herwiha herdu çekdar li xwe mûkir hatin ku wan bi şaneyên DAIŞê re kar dikir û wiha anîn ziman: “Me êrîşî gelek nûqteyên HSDê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê kir. Herî dawî jî me êrîşî hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.”