PeyamaKurd - Hat ragihandin ku şanda DEM Partiyê wê sibê ji bo hevdîtina bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re biçe Girava Îmraliyê.
Li gorî daxuyaniyek ji Ofîsa Çapemeniyê ya DEM Partiyê, şandeya ku ji Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Ozgûr Faîk Erol pêk tê, wê sibê li giravê hevdîtinan bike.
Civîn bi serdemek ku xebata rapora komîsyona pêvajoya parlementoyê nêzîkî qonaxên xwe yên dawî dibe re hevdem e. Tê payîn ku piştî serdanê hûrguliyên bêtir derbarê civînê de bi raya giştî re werin parvekirin.