PeyamaKurd – Serokatiya Şaredariya Kelarê bi hevkariya Rêveberiya Germiyan û Rêveberiya Giştî ya Şaredariyan, ji bo parastina welatiyan ji metirsiya lehiyê dest bi projeyeke nû kir.
Li gorî daxuyaniyê, tîmên şaredariyê li derveyî bajêr û bi taybetî li derdora gundê Seyîd Xelîl xebatên nûjenkirin û xurtkirina bendên avê birêve dibin.
Armanca sereke ya vê projeyê ew e ku rê li ber karesatên xwezayî were girtin û ewlehiya herêmê were dabînkirin