PeyamaKurd - Rêberê Şîeyan Muqteda el-Sedr rexne li hewldana astengkirina nîşandana Ala Kurdistanê li Kerkukê girt. Sedir tekezî li ser biratiya gelên Kurd û Ereb kir û diyar kir ku divê kesên ku kiryarên wiha provokatîf dikin werin cezakirin.
Sedr di daxuyaniyek nivîskî de ku bersiva pirsên şopînerên xwe da, hewldana astengkirina nîşandana Ala Kurdistanê li Kerkukê wekî "fanatîzma neteweperest" bi nav kir.
Sedr behsa aloziya zêde ya li Kerkukê kir, ku ji ber bicihkirina hêzên taybet ên Iraqî û hewldana komek ciwanên Kurd a daliqandina Ala Kurdistanê li ser peykerê Pêşmerge zêde bûye û got:
"Ereb û Kurd bira ne. Divê pirsgirêkên wiha, ku nîşan didin fanatîzma neteweyî û nijadperestiyê, neyên provokekirin."
Sedr tekezî li ser pêwîstiya astengkirina hewldanên wiha yên ku armanca wan têkdana aştiya civakî ye kir û got, "Divê kesên ku kiryarên wiha dikin di çarçoveya qanûnê de werin cezakirin."