PeyamaKurd – Îro, 18ê Mijdara 2025an, Serok Mesûd Barzanî li bajarê Dihokê pêşwazî li Serokwezîrê Federal ê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir. Civîna wan li ser rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û herwiha li ser encamên hilbijartinên dawî yên Parlamentoya Iraqê bû.
Herdu aliyan pîrozbahî li hev kirin ji ber serkeftina pêvajoya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ya ku di atmosfereke aram de pêk hat. Wan hêvî anîn ziman ku encamên van hilbijartinan dê di xizmeta berjewendiyên gelê Iraqê de bin.
Di beşeke din a civînê de, bal hat kişandin ser yasaya hilbijartinê. Hate gotûbêjkirin ku ji bo bidestxistina dadmendiyeke zêdetir, pêwîstî bi guhertina vê yasayê heye.
Rewşa siyasî ya giştî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê, li gel pêşketin û guhertinên di pêvajoya siyasî ya Iraqê de, di hevdîtinê de bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.
Di vê civîna girîng de, endamê Polîtburoya PDKyê Fuad Husên, li gel endamên Hevpeymaniya Avadanî û Geşepêdanê Beha Erecî, Ehmed El-Esedî û Qusey Mehbube jî amade bûn.